Li gorî sê çavkaniyên ku ji Axiosê re axivîne, Trump roja Yekşemê bi serokên baskên siyasî yên Kurd Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî re axiviye.
Li gorî nûçeyê, hevdîtin yekser piştî êrîşa Îsraîlê yê roja Şemiyê pêk hatiye. Çavkaniyek, hevdîtin wekî mijarek ‘hesas’ binav kir û têkildarî navaroka hevdîtinê tiştek parve nekir. Berdevka Qesra Spî Karolîne Leavitt jî, diyar kir ku Trump di rojên dawî de bi gelek hevalbend û hevkaran re hevdîtin dike.
Li gorî Axiosê ragihandiye, Kurd li ser sînorê Îran û Iraqê xwedî bi hezaran hêzên çekdar in û deverên stratejîk kontrol dikin. Her wiha têkiliya Kurdên Iraq û Îranê yên nêz hene.
Di nûçeyê de hat îdîakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu bi mehan e ji bo Kurd tevlî vê pêvajoyê bike li Washingtonê ketiye nava hewldanan.
Rayedarekî DYE’yê, ragihand ku Netanyahu difikire ku Kurdên li Îranê serî hildin, lê Washingot wisa nafikire. Her wiha hat gotin ku rola hêzên pêşmerge yên xwedî tecrûbe, dikare bandorê li ser hevsengiya şer bike.